Bi çek êrîşê ser dibistanê kirin: 2 xort can dan û 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li welatê Brezîlyayê li eyaleta Cearayê bi çekan êrîşê ser dibistanê kirin û di encamê de 2 gênc mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên eyaleta navborî ragihandine ku li eyaleta Cearayê li bajarê Sobralê kesên nasnama wan nediyar êrîşê ser dibistanekî kirine û bi çekan ber bi otoparkê de êrîş kirine.
Di avêtina ser dibistanê de, 2 kes mirin û her sê kesên birîndar bûn wan bi ambûlansan birin nexweşxanên li der û dora dibistanê.
Rayedar li ser nasnama kesên mirine daxwuyanî nedan lê gotin ku li ciyê bûyerê maddeyên hişbir, teraziya xesas û alavên paketkirinê dîtine.
Ji bo girtina kesên gumanbar, xebata hêzên asayîşê dewam dike.
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




