Artêşa Îsraîlê ji hewa de êrîşê bajarê Sana ya Yemenê kir

Artêşa Îsraîlê ji hewa de êrîşê bajarê Sana ya Yemenê kir

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê êrîşên hewayî kir ser payîtexta Yemenê ser bajarê Sanayê. Di êrîşê de li hedefên leşkerî yên Hûsiyan xistin û hat gotin ku serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu ji ser rêya New Yorkê fermana êrîşa hewayî daye.

Piştî êrîşa artêşa Îsraîlê, ji hinek deverên bajêr dûman blind bûye. Hêzên Bergiriya Îsraîlê (IDF) li ser êrîşê got:

“Gelek alavên me yên aîdê hêzên hewayî û balafira şer bi rêberiya îstîxbarata leşkerî li bajarê Sanayê li ciyên ewlehiyê û îstîxbaratê yên Hûsiyan xistine. Di êrîşê de baregehekî leşkerî ya Hûsiyan, ciyên aîdê ewlehî û îstîxbarata Hûsiyan, baregehekî aîdê propoganda leşkerî ya Hûsiyan û kampên ku di wan de ûnsirên leşkerî yên Hûsiyan tesbît kirine, me li wan xistiye.”

Wezîrê bergiriya Îsraîlê jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku:

“Me li gelek ciyên aîdê Hûsiyan xist. Gelek ûnsirên Hûsiyan ji nav çûn, me depoyên wan yên İHA û çekan îmha kir.”

Baregeha serokwezîrtiya Îsraîlê li ser êrîşê daxwuyanî da û tê de got ku dema Netenyahu diçû bajarê New Yorkê yê DYAyê, fermana êrîşê di balafira xwe de daye.

Li ser encama êrîşê, jimara miriyan û zerarê heya niha bûye, ti agahî nehat dayîn lê êrîşa Îsraîlê di wexta axaftina serokê Hûsiyan Abdulmelik el-Husi di televîzyonê de dihat weşandin de hat kirin.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.