Îran: Em ê tevî hemû fişaran tesîsên nukleerî ji nû ve ava bikin

Îran: Em ê tevî hemû fişaran tesîsên nukleerî ji nû ve ava bikin

PeyamaKurd- Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Îranê Mihemed Îslamî, diyar kir ku ewê bi biryardarî di bernameya xwe ya nukleerî de pêşve herin û got, "Emê tesîsên nukleerî yên ku Amerîkayê kirine hedef, tevî hemû fişarên navneteweyî û gefên nû yên Îsraîlê, ji nû ve ava bikin."

Mihemed Îslamî, piştî civîna kabîneyê derbarê danûstandinên nukleerî yên bi Amerîkayê re û bernameya nukleerî ya Îranê de nirxandin kir. Îslamî anî ziman ku Îran dê bi biryardarî di bernameya xwe ya nukleerî de pêşve biçe û got, "Dema êrîşeke leşkerî li ser tesîseke nukleerî tê kirin, zirar dîtin û jinavbirina binesaziya van tesîsan tiştekî normal e. Ya girîng ew e ku zanist, zanyarî, teknolojî û pîşesazî di dîroka Îranê de xwedî bingeheke kûr in. Emê tesîsên nukleerî yên ku Amerîkayê kirine hedef, tevî hemû fişarên navneteweyî û gefên nû yên Îsraîlê yên êrîşê, ji nû ve ava bikin."

‘Pêdiviya me bi uranyuma rêjeya bilind heye’

Îslamî destnîşan kir ku Îran dê dewlemendkirina uranyumê bidomîne û wiha got, "Rêjeya dewlemendkirinê her tim tê rojevê û ev reqam ji aliyê siyasetmedar û dijminên me ve têne zêdekirin. Rêjeya bilind bi tenê ne ji bo armanca çekan e. Ji bo amûrên pîvana hestiyar, pêdiviya me bi uranyumê bi rêjeyeke bilindtir heye. Lê belê, tu kes van berheman bi me nadin firotin û em bi salan e di bin ambargoyê de ne."

‘Danûstandina bi dijmin re bê wate ye’

Derbarê danûstandina bi Amerîkayê re, Îslamî got, "Dijmin, heke dijminatiyeke eşkere jî nîşan nede, dîsa jî dijmin e. Dijminatiya wan her tim zêde bûye. Danûstandina bi dijminekî wiha re bê wate ye. Her wekî dema danûstandinên neyekser bi me re dihatin kirin jî, Amerîkayê operasyona leşkerî pêk anî. Rûniştin ser maseya danûstandinê, paşê rabûn û sozên xwe û lihevkirinên ku kiribûn ji bîr kirin."

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.