Pezeşkiyan: “Ez li ber vê meclisê beyan dikim ku Îran ticarî nexebitiye da bomba nuklerî çêbike”

PeyamaKurd – Serokkomarê Îrane Mesûd Pezişkiyan di civîna giştî ya Neteweyên Yekgitî de axaftinê kir û tê de got:
“Welatê min ket berê êrîşekî wehşî ya li dijî hûqûqa navdewletî û êrîşên ser bingehên hûqûqa navdewletî. Ez li ber vê meclisê car din beyan dikim ku Îran ti carê nexebitiye da bomba nuklerî çêbike û wê nexebite jî…”
Pezeşkiyan rexne li hinek bûyerên ku di dinyayê de diqewimin kir û dewam kir:
“Dinya bû şahidê komkujiya li Xezayê, hilweşandina xaniyan li Lubnanê û çend caran îhlala desthilata dewleta Lubnanê û yekîtiya axa wê îhlal kir. Avahiyên bingehîn yên Sûriye herifandin, xelkê Yemenê ket ber êrîşan, bi dizî êrîşê mafê desthilatê hat kirin, îhlala yekîtiya axê hat kirin, lîderên xelkê kirin hedefa xwe. Ev hemî bi desteka hukumeta herî çekdar ya dinyayê hat kirin û bahaneya wan ‘Xweparastina Rewa’ bû. Başe kî îhlala aştî û ewlehiya navdewletî dike?”
Pezeşkiyan behsa êrîşa nerewa ya ser Îranê kir û êrîşê bi îxanetê binav kir.
Axaftina Pezeşkiyan bi temamî li ser êrîşên Îsraîlê yên ser Yemenê, Lubnanê, Sûriyê, Îranê û Xezzayê bûn lê behsa êrîşên ser Îsraîlê nekir ku êrîşa ewilî Hamasê kiribû ser Îsraîlê û di êrîşê de hezar mirovên Îsraîlê hatibûn kuştin.
Behsa desteka Îranê ya bo Hûsiyan, Hîzbûllahê, rejîma berê ya Sûriyê û desteka Hamsê nekir.
Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.




