HSD: Di êrîşa DAIŞê de 5 şervanan can da

HSD: Di êrîşa DAIŞê de 5 şervanan can da

PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê êrîşeke terorîstên DAIŞê bi ser hêzên wan de daxuyanî da.

HSDê ragihand ku îro 25ê îlonê serê sibehê li bajarokê Behra el-Wusta yê rojhilatê Dêrezorê di êrîşeke DAIŞê de 5 şervanên wan şehîd ketine û şervanek jî birîndar bûye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) eşkere kir ku şervanên wan bi awayekî serkeftî bersiv dane êrîşê DAIŞê û êrîş têk birine.

Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.