Li navça Gurpinar a Wanê jinekî û 2 kurên wê hatin kuştin

Li navça Gurpinar a Wanê jinekî û 2 kurên wê hatin kuştin

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Gürpınarê li gundê Qesrikê (Kırkgeçit)ê di pevçûnekî de jina bi navê B.Ö.(70) û 2 kurên wê yên bi navên S.Ö. (50) û O.Ö. (45) giran birîndar bûn.

Bûyer li gundê Qesrikê, do ber destê êvarê qewimî û sedema şer nehat zanîn. Dê û her 2 kurên wê, di wexta pevçûnê de birîndar bûn. Dema tîmên tenduristiyê çûn gund, mudaxeleyê birîndaran kirin lê her sê jî can dan.

Piştî bûyerê li gund tedbîrên ewlehiyê sitendin û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike. Çima şer derket û kî li her sê mirovan xist aşkera nebûye.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.