Lukaşenko: Rûsya, dest bi teslîmata sîstemên fuzeyên Oreşnikê kir

Lukaşenko: Rûsya, dest bi teslîmata sîstemên fuzeyên Oreşnikê kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Belarusê Aleksandr Lukaşenko ragihand ku sîstemên fuzeyên Oreşnik yên ku ji Rûsyayê kirîbû, Rûsya dest bi teslîmata wan kiriye û di rê de ne. Ciyên ku sîstema fuzeyên Oreşnikê bicîh bikin jî destnîşan kirine.

Lukaşenko, li Moskovayê bersiva pirsen rojnamevanan da û li ser pirsa teslîmata sîstema fuzeyan got:

“Ji xwe derketine rê û wê her tişt bikeve ser rêya xwe.”

Li ser pirsa dirêjkirina peymana New STARTê ku serokê Rûsyayê ji Trump xwestibû ku salekî dirêj bikin, Lukoşenko got ku wê ji Trump re wesiyetê bike ku peymanê salekî dirêj bikin û li gor fikra wî dê Trump jî vê pêşniyarê qebûl bike.

Fuzeyên Oreşnikê dikare serokên nuklerî an konvansiyonel yên şer hilgire û ji aliyê artêşa Rûsya de cara ewilî beranberê sîlihên Amerîka û Îngîltere yên menzîla wan dirêj, ku di sala borî de bi wan li tesîsên Ûkraynayê yên leşkerî û kompleksa sanayiyê xistibû.

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.