Citi: Eger şerê Rûsya-Ûkraynayê sist bibe, dibe petrol dakeve 50 dolarî

PeyamaKurd – Stratejîstê pispor yê emtiayê yê Citigroupê Eric Lee ragihand ku eger şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê sist bibe, dibe ku bihayê varêla petrolê dakeve heya 50 dolarî. Lee got ku ev reşw wê hilberînerên petrola kevir yên Amerîkayê bixe talûkê.
Citigroup, bi şiroveya xwe tişteka balkêş got û eger talûkên jeopolîotîk kêm bibin, dibe bihayên petrolê ji nîşkave dakevin. Bihayê petrola Brentê ji serê salê heya niha li dora %18an ketiye û li dora 61 dolariye.
Veberhênerên bazara dinyayê niha bendene ku di hefta pêşde di hewlên DYA de ji bo şerê Rûsya-Ûkraynayê de, dê pêşkeftin hebin an nebin. Eger agirbesekî bibe û givaşên ser Rûsyayê sist bibin, wê hilberîna Rûsyayê ya petrolê zêde bibe û di bazara dinyayê de wê bihayê bermîla petrolê dakeve.
Eric Lee, got ku bihayê petrolê dikarin wekî alava siyaseta derve bikarbînin. Lee got:
“Bihayê petrolê 60 dolar bi taybetî di asta 50 dolarî de ye. Koşka Sipî dikare pêngavên ku bazara petrolê bihejîne bavêje. Lê eger bihayê petrolê 10 dolar bikeve, ji bo hilberînerên petrola kevir talûkeye ji ber pêdiviya wan bi bihayê zêdetire heye. Hilberînerên petrolê yên Amerîkayê bi maliyetekî zêde petrolê hildiberînin.”





