Çiyayê agirî yê Kilauea cara 35an teqiya û hemwelatî ketin panîkê

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li Giravên Hawaiyê çiyayê agirî an ku volkanîk yê herî geş yê bi navê Çiyayê Kilauea, ji serê salê heya niha 34 care ku diteqe û vê carê teqîna xwe ya 35em kir.
Çiyayê navborî do bi wextê Hawaiyê seet di 20.05an de teqiya û bi metreyan alav û xweliya germ ber bi jor de fûriya. Parka Netewî ya Volkanên Hawaiyê li ser teqîna çiya daxwuyanî da û got:
“Çiyayê agirî yê Klauea niha aktif e. Ji bo ewlehiya xwe ji deverên girtî xwe dûr bihêlin. Teqîna vê carê ji ciyekî ku ji sala 2007an de sergirtiye qewimiye. Îhtîmala gasa volkanîk, ji kenarên dîk û firanekên kenaran, ji terkên xweliyê û fîskiyên lavê û perçên kevir yên li hewayê difirin heye ku bi jêr de bikevin ser we.
Eger hun bi şev seredana çiya bikin, bila lamba ku bi serîve datînin an lemba destî bi we re hebe û xwe ji kenarên firanekan dûr bixin.”
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




