Daraza Îranê 6 mehkûman îdam kir ku 3 ji wan Kurd in

Daraza Îranê 6 mehkûman îdam kir ku 3 ji wan Kurd in

PeyamaKurd – Daraza Îranê li bajarê Kerecê di zîndana navendê de, 3 Kurd ên bi navên Muhammed Golûsi, Fariborz Haği û Ali Hüseynûr û 3 mehkûmên din yên bi navên Riza Baxtawar, Meysam Joudaki û Sajad Pourdaneş bi sedema maddeyên hişbir ku cezayê îdamê  dabûn wan, îdam kir.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku her 3 Kurd ên ji Kermanşahê û her 3 mehkûmên din di 3yê Tebax a 20205an de serê siba hatine îdam kirin.

Dezgeyên Îranê yên girêdayê darazê û medya dewletê heya niha li ser mijarê tiştekî negotine.

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.