Hakan Fîdan ji Ehmed Şera re behsa gefên YPG/HSDê kir

Hakan Fîdan ji Ehmed Şera re behsa gefên YPG/HSDê kir

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, îro 7ê Tebaxê serdana Şam a paytexta Sûriyê kir û ligel Serokê qonaxa veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şera civiya. Di civînê de, mijara YPG/HSDê jî hate rojevê û Hakan Fîdan ew wekî gefeke ewlehiyê li dijî Tirkiyê nirxand.

Fîdan li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Karên Derve Esed Hesen Şeybanî ve hat pêşwazîkirin û piştre ji aliyê Ehmed eş-Şara ve hate qebûlkirin. Di civînê de, geşedanên ku di 8 mehên borî de di têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê de di warên cuda de çêbûne hatin nirxandin û li ser xurtkirina hevkariya dualî hat rawestîn. Herwiha girîngiya xebatên ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê û vejandina welêt hat destnîşankirin.

Di civînê de girîngiya parastina yekîtî û yekbûna axa Sûriyeyê hate diyarkirin û hate gotin ku divê fikarên ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê yên ku ji Rojavayê Kurdistanê ji holê bên rakirin.

Li gorî daxuyaniya piştî civînê, hevkariya di navbera her du welatan de ya di warê têkoşîna li dijî rêxistinên terorê, bi taybetî DAIŞ û PKK/YPG ango HSD hate nirxandin.

Herwiha di civînê de kiryar û daxuyaniyên Îsraîlê yên ku ji bo aramî û ewlehiya hem Sûriyeyê û hem jî herêmê gefan çêdikin jî hatin nîqaşkirin.

Ev nivîs 157 car hatiye xwendin.