Di pevçûna ciyê parka erebê de birayê xwe kuşt û jinbira xwe birîndar kir

Di pevçûna ciyê parka erebê de birayê xwe kuşt û jinbira xwe birîndar kir

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Sancaktepe li taxa Akpınarê, bi sedema ciyê ereba xwe deyninê 2 bira pevçûn û yek birayê xwe kuşt û jinbira xwe birîndar kir.

Kujer A.Ş. do êvarê li ber apartmana ku tê de rûdinên li ser ciyê parka erebê bi birayê xwe Murat Ş.re munaqeşe kir. Li ser munaqeşê A.Ş. bi demançê li birayê xwe yê bi navê Murat Ş.xist û dema jinbira wî ket navbera wan li jinbira xwe ya bi navê Cennet Ş. jî xist.

Dema polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê dîtin ku Murat Ş.can daye û birîndar Cennet Ş. birin nexweşxanê. Cenazê Murat Ş. Birin morgê ji bo otopsiyê.

Tîmên polîsan yên asayîşa Sancaktepe ketin pey gumanbar A.Ş. û ew bi demança ku pê li birayê xwe xistiye girtin. Niha îfadên wî li baregeha asayîşê tên sitendin.

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.