Di tesîsa hilberîna alavên teqemeniya leşkerî de teqîn çêbû û gelek kes mirin

Di tesîsa hilberîna alavên teqemeniya leşkerî de teqîn çêbû û gelek kes mirin

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Tennesseeyê di tesîsa ku muhîmmat dihat hilberîn de teqînekî mezin çêbû û tê gotin ku gelek kes mirine. Li ser teqînê gelek tîmên pêwendîdar çûn ciyê bûyerê.

Teqîn di tesîsa ku li derveyê bajêr bû çêbû û navê tesîsa muhîmmatan hildiberand; Accurate Energetic Systems e ku hem hiberînê dike û hem testa wan an ku ceribandina wan dike.

Şerîfê ewlehiya herêma Humphreysê Chris Davis ragihand ku gelek kes di teqînê de mirine lê jimara kesên mirî û birîndar neda.

Kesên ku nêzî ciyê teqînê dijîn ragihandine ku bi bandora teqînê xaniyên deverê gelek hejiyane.

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.