Serokkomarê Îranê ji Nêçîrvan Barzanî re: Em we wek birayên xwe dibînin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan re civiya.
Pizişkiyan tekezî li xurtkirina peywendîyên dualî yên di war bazirganî, aborî, ewlehî û çandê de kir û Herêma Kurdistanê wek “bira” bi nav kir.
Nêçîrvan Barzanî ji pêşketina hevkariyê, bi taybetî di ewlehî û veberhênanê de, kêfxweşî derbirî û got, xizmetên Erbeînê îsal dê baştir bin.
Nêçîrvan Barzanî ji bo “Forûma Diyaloga Tehranê” li Îranê ye û bi rayedarên din re jî civiya.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




