Di siyaseta Qefqasyayê de serdemeke nû: Azerbaycan pişta xwe dide Moskowê û berê xwe dide Washingtonê

Di siyaseta Qefqasyayê de serdemeke nû: Azerbaycan pişta xwe dide Moskowê û berê xwe dide Washingtonê

PeyamaKurd – Di demekê de ku şerê li Ûkraynayê hêza Rûsyayê dikişîne, li Qefqasyayê nexşeya jeopolîtîk ji nû ve tê xêzkirin. Azerbêcana ku demekê di bin bandora Moskowê de dihat dîtin, niha bi awayekî eşkere ber bi Rojava ve diçe û têkiliyên xwe bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re xurt dike.

Pêngava herî dawî û herî berbiçav, navbeynkariya Amerîkayê di danûstandinên aştiyê yên di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de bû. Garantîkirina Korîdora Zengezorê ji aliyê şirketên Amerîkî ve ji bo 99 salan, ne tenê serkeftineke stratejîk ji bo Bakuyê ye, lê di heman demê de têkçûneke mezin e ji bo siyaseta derve ya Rûsyayê li herêmê. Ev yek bû sedem ku alîgirên Kremlînê yên wekî Aleksandr Dûgîn vê rewşê weke "şermeke tirsnak" bi nav bikin.

Têkiliyên di navbera Bakû û Moskowê de jixwe ji ber çend bûyerên giran sar bûbûn. Xistina balafireke sivîl a Azerbêcanê ji aliyê Rûsyayê ve di Kanûna 2024an de û bersiva lawaz a Pûtîn, bûbû sedema şikestineke mezin di pêbaweriyê de. Herweha, êrîşên li ser binesaziya enerjiyê ya Azerbêcanê (SOCAR) li Ukraynayê, hêrsa Bakûyê zêdetir kir.

Azerbêca di vê pêvajoyê de ne bi tenê ye. Ji Asyaya Navîn heta Qefqasyayê, gelek komarên berê yên Sovyetê ji qelsbûna Rûsyayê sûd werdigirin da ku siyaseta xwe ya derve ji nû ve saz bikin. Vekişandina leşkerên Rûsî ji Qerebaxê berî dema diyarkirî, nîşana herî zelal a vê bêçaretiya Moskowê ye.

Di vê valahiyê de ku Rûsya li pey xwe dihêle, hêzên nû derdikevin pêş. Tirkiye weke hevpeymaneke ewlehiyê ya sereke piştgiriya Azerbaycanê dike, û Çîn jî bi awayekî berbiçav bandora xwe ya aborî û siyasî li seranserê Asyaya Navîn zêde dike.

Tevî vê meyla dûrketinê, pispor destnîşan dikin ku têkiliyên dîrokî yên bi Rûsyayê re dê di şevekê de neqedin. Lêbelê, ev gavên ku ji hêla Azerbêcanê û welatên din ve têne avêtin, destpêka serdemeke nû nîşan didin ku tê de serweriya Rûsyayê ya li herêmê nema garantîkirî ye.

Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.