Trump: “Kî kuştinê bike em ê jê re îdamê bixwazin”

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Sipî daxwuyaniyekî da û tê de got ku her kî li payîtext Washingtonê mirov bikuje wê ji bo wan cezayê îdamê bixwaze. Trump her weha got ku bi tedbîrên li Washingtonê sitendine, sûcên li payîtextê dihatin kirin kêm bûne.
Trump got; di nav 2 heftên dawiyê de li Washigtonê kes nehatiye kuştin. Ev daxwaza Trump bi sedema erka îdaman aîdê eyaletaye, munaqeşeyên hûqûqî da destpêkirin. Trump got:
“Li seranserê welat ji bo bi sûcan re têbikoşin em ê tedbîrên tund bigrin. Ez dîktator nînim lê dizanim ez ê çawa ber li sûcan bigrim. Em ê lêkolînê bikin bê ji bo payîtextê qanûnên çawa çêbikin da kirina sûcan nebe an kêm bibe.”
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




