Moskow | Yekîtiya Kurdologan hate damezrandin

Moskow | Yekîtiya Kurdologan hate damezrandin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li paytexat Rûsya Moskowê, bi beşdariya nêzîkî 40 Kurdnas, Rojhilatnas, Sosyolog û Siyasetnasên ji nifşa ciwan, Yekîtiya Kurdologan hate damezrandin.

Di konferansa ku Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn a Moskowê mazûvaniya wê kir de, ji ber damezrandina Yekîtiya Kurdologan peyamên pîrozbahiyê yên gelek partiyên siyasî yên Kurdistanê hatin xwendin.

Beşdarên konferansê di axaftinên xwe de rola dîrokî ya Rûsyayê ya di zanista Kurdolojiyê de bi bîr anîn û destnîşan kirin ku Rûsya yek ji damezrînerên vê zanistê ye.

Hate diyarkirin ku navendên Kurdnasiyê yên li Moskow û St. Petersburgê hê jî çalak in.

Serokê Yekîtiya Kurdologan û rêkxerê Konferansê Swara Şakelî li ser armanca konferansê ji Rûdawê re gotiye: "Di van salên dawî de hin lewazî bi rêrewa Kurdnasî ve heye. Armanca me ew e ku ji nû ve ew lewazî çalak bikin. Hewil bidin, bibin pirek di nava Kurdistan û Rûsya de, di warê kulturî, ferhengî û zimanî de. Û sûd ji wan çavkanî û zanînên mezin ên li Rûsyayê werbigrin û bikar bînin û di warê zanistiyê de têxin pratîkê. Armanca me ew e ku bikaribin kar bikin li ser Kurdnasên genc ku wan kom bikin û bikaribin hemû deng û reng û ciyawaziyan li ser mêzekî kom bikin."

Ev nivîs 136 car hatiye xwendin.