Çalakvanên destekvanên Fîlîstînê avêtin ser fabrika ji Îsraîlê re perçan çêdikir

Çalakvanên destekvanên Fîlîstînê avêtin ser fabrika ji Îsraîlê re perçan çêdikir

PeyamaKurd – Li welatê Îngîltere çalakvanên ku Fîlîstînê destek dikin, avêtin ser fabrika ku ji balafirên Îsraîlê re perçan hildiberîne û xebata fabrîkê dan rawestandin.

Grûba çalakvan ya bi navê ‘Ji bo edaletê şehîdên Fîlîstîne’ nûh hatiye avakirin û li Îngîltere li bajarê Wolverhamptonê ketin nav fabrika Moogê û hilberînê dan rawestandin. Çalakvan gotin ku ji bo çêkirina perçên balafiran ji bo Îsrîlê rawestînin avêtine ser fabrîkê.

Hat ragihandin ku di fabrîkê de ji bo pîlotên balafirên Îsraîlê yên F-16 û F-35an perçên di balafirên perwerdê de tên bikaranîn tên çêkirin.

Hat gotin ku ji serê salê heya niha ji fabrîkê ji bo Îsraîlê herî kêm 10 sewqiyatên perçên balafirên leşkerî ji bo balafirgeha Îsraîlê ya bi navê Hatzerimê hatiye kirin.

Grûba bi navê The Aftershockê dîmenên avêtina ser fabrîkê belav kir û got ku vê sibê çalakvan çûne fabrîkê û deriyên fabrîkê bi alavekî şikandine û ketine nav fabrîkê. Hilberîna fabrîkê dan rawestandin.

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.