Li Reqeyê qedexeya çûnûhatinê: Sedema wê eşkere bû

PeyamaKurd- Desteya Hundirîn a Reqayê ku bi ser Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve ye, ji 24ê Tebaxê ve qedexeyeke qismî ya çûnûhatinê ragihandiye ku qedexe saet 00.00 heya 05.00an dewam dike.
Li ser biryara qedexeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Reqayê Dalîda Mihemed Seîd ji medya Rojavayê Kurdistanê re sedemên qedexeyê eşkere kir.
Seîd da zanîn ku qedexe ji ber zêdebûna çalakiyên çeteyên DAIŞê li herêmê, zêdebûna asta şerê taybet ku li ser herêmê tê meşandin, belavkirina îdia û nûçereyên derewîn û hewldanên belavkirina fitneyan hatiye dayîn.
Dalîda Mihemed Seîd, bal kişand ser gefên ewlehiyê û li ser biryarê got ku ev biryar wekî tedbîreke pêwîst a pêşîn ji bo parastina istiqrara giştî û pêşxistina ewlehiyê hatiye dayîn.
Hate diyarkirin, qedexeya derketinê tevahiya herêma Reqayê digire nava xwe û heya bidawîkirina tedbîrên ku mercên ewlehî yên heyî ferz kirine, qedexe dê were rakirin.
Dalîda Mihemed Seîd destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemû beşên ji bo parastina civakê û destkeftiyên wê bê navber dixebitin.
Ev nivîs 123 car hatiye xwendin.




