Ahmed Şara: Xweseriya Kurd û Durzîyan tenê xeyal e

Ahmed Şara: Xweseriya Kurd û Durzîyan tenê xeyal e

PeyamaKurd- Serokê Rêveberiya Veguhêz a Sûriyeyê Ahmed Şara, ji rojnameya Kuweytê Al-Nahar re axivî. Şara derbarê DAIŞ, Kurd, civaka Dûrzî ya Siwêdayê û Îsraîlê de daxuyanî dan.

Di hevpeyvîna ku îro di rojnameya Kuweytê de hate weşandin de, Serokê Rêveberiya Veguhêz a Sûriyeyê Ahmed Şara diyar kir ku ew ne endamê Îxwan El-Muslimîn e û got ku "yê herî zêde ji DAIŞê zirar dîtiye" ew bi xwe ye. Şara got ku banga çareseriya herêmên xweser ya ji bo Kurd û gelê Siwêdayê dê "tenê wek xeyalekê" dimîne..

Ahmed Şara, destnîşan kir ku "hemû îdeolojiyên neteweperest û îslamî yên li herêmê têk çûne" û tekez kir ku her bangawaziya ji bo veqetîna di nava Sûriyeyê de "dê tenê weke xeyalekê bimîne."

Şara got ku "çareseriya bi Kurd û gelê Siwêdayê re tenê di çarçoveya yekîtiya welêt de mimkun e." û da zanîn, "Ji bilî xweseriya Kurd û Siwêdayê, hemû çareserî dikarin werin rojevê" û anî ziman, "siyaseta dewletê ne li ser tolhildanê, li ser toleransê ye."

Derbarê mijara Îsraîlê de, Ahmed Şara got ku peywendî tenê bi vegerandina Girên Golan û pêkanîna peymana sala 1974an ve girêdayî ye û got "berî wê tu rê ji bo gotûbêjkirina li ser peymaneke aştiyê tune ye."

Herwiha Serokê Sûriyeyê tekezî li ser redkirina mudaxeleya karên navxweyî yên Lubnanê û fikreke ku Sûriye û Lubnanê ji hev cuda bike, kir.

Ahmed Şara pesnê rewşa "siyasî û aborî" ya Iraqê jî da û dawiyê got, Sûriye "li ber vejînê ye. Welatê me bi xwe û bi hevpeymanên xwe ve xurt e."

Ev nivîs 157 car hatiye xwendin.