Li Şamê sembol û alayên DAIŞê bi aşkere tên firotin

PeyamaKurd – Li sûkên navdar ên paytexta Sûriyeyê, Şamê, bi taybetî li Sûka Hemîdiyeyê, dîmenekî sosret û cihê nîgeraniyê derketiye holê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine girtin, cil û berg, şîar û alayên ku sembolên rêxistina terorîst a DAIŞê li ser in, bi awayekî normal û aşkere li ber çavên her kesî tên firotin.
Ev rewş di nava hinek welatiyan de bûye sedema tevlihevî û metirsiyeke mezin. Hinek ji wan dipirsin bê çawa dibe ku sembolên rêxistineke ku bi hovîtiya xwe li seranserê cîhanê tê naskirin û bi hezaran mirov li Sûriyeyê kuştine, bi vî rengî bi rehetî li navenda paytextê werin firotin.
Yek ji welatiyên ku nexwest navê xwe eşkere bike, got: "Dema mirov dibîne ku alaya reş a DAIŞê li kêleka tiştên din ên turîstîk tê firotin, mirov matmayî dimîne. Ev ne tenê heqaretek e ji bo qurbaniyan, di heman demê de nîşaneke xeter a lawazbûna ewlehiyê ye jî."
Tiştê ku vê metirsiyê kûrtir dike, bêdengî û nebûna berteka fermî ya ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve ye. Tevî ku firotina van sembolan bi awayekî aşkera didome jî, heta niha tu tedbîrên qanûnî an ewlehiyê li dijî van firoşkaran nehatine girtin.
Ev nivîs 199 car hatiye xwendin.




