Inga Ruginiene bû serokwezîra nû ya Lîtvanyayê

PeyamaKurd – Lîtvanyayê serokwezîra xwe ya nû hilbijart. Parlamentoyê bi fermî Inga Ruginienė, siyasetmedara ji Partiya Sosyal Demokrat, ji bo vê erkê hilbijart. Ruginienė li şûna Gintautas Paluckas dest bi kar kir ku meha Tîrmehê ji ber îdiayên gendeliyê îstifa kiribû.
Ruginienė soza vegerandina aramiyê da û dê serokatiya koalîsyoneke çep-navend a bihêz bike. Nayê payîn ku di siyaseta derve ya welêt de, nemaze di piştgiriya ji bo Ûkraynayê de, guhertinek çêbibe.
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




