DYA bi bihayê 1,85 milyar dolarî desteka balafirên F-35an difroşe Polonyayê

PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya Amerîkayê qebûl kir ku bi bihayê 1,85 milyar dolarî bi balafirên F-35an re têkildar desteka lojîstîk û desteka bernamê bifroşe Polonyayê. Wezareta bergiriya DYAyê ,Ajansa Hevkariya bergiriyê û ewlehiyê (DSCA) li ser mijarê daxwuyanî da. DSCA got:
“Wezareta karên derve ji bo hukumeta Polonyayê têkildarî balafirên F-35an texmînî bi bihayê 1,85 milyar dolarî desteka lojîstîk û bernamê ya bo firotina biyaniyên leşkerî qebûl kiriye.”
DSCA, ji bo firotan di kongrê de qebûl bibe, sertîfîka ku pêdivî pê heye daye kongrê û di firotinê de modifikasyon, perçên îhtîyadî, tamîr û nivîsandin di nav de, sîstema çekan ya teknîkî û xizmetên destekê yên lojîstîk tev di nav de ne.
Di daxwuyaniyê de firotina ku hatiye pêşniyarkirin wê filoya F-35an ya Polonyayê niha û di pêşde wê li hemberê tehdîdan xwurt bike û şiyanên wê zêdetir bike. Ajansê got:
“Ev firotina ku hatiye pêşniyarkirin, li Ewrûpayê îstîqrara siyasî û aborî ya ku hevkarekî NATO dike, eger ewlehiya wî zêde bibe, wê destekê bide hedefên siyaseta derve ya DYAyê û hedefên wê.”
Ji bo firotin temam bibe, divê kongra Amerîkayê firotinê tesdîq bike.
Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.




