Wezîrê Pêşmerge: Armanca me avakirina artêşeke nîştimanî ya yekgirtî ye

Wezîrê Pêşmerge: Armanca me avakirina artêşeke nîştimanî ya yekgirtî ye

PeyamaKurd – Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Şoreş Îsmaîl, tekezî li ser wê yekê kir ku armanca sereke ya yekkirina hêzên Pêşmerge, damezrandina artêşeke nîştimanî ya hevgirtî ye. Ev daxuyanî di civîneke girîng de hat ku tê de tîmeke şêwirmendên Amerîkî amade bûn û piştgiriya xwe ji bo bilezkirina proseya çaksaziyê di nava Wezareta Pêşmerge de nîşan dan.

Civîn li Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê bi amadebûna Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Pêşmerge, û Ferîq Rukin Îsa Uzêr, Serokê Erkanê Wezareta Pêşmerge, li gel Kolonel Dec Pilwek, Serokê Nivîsîngeha Alîkariyên Ewlehiyê, û tîmeke şêwirmendên hevpeymanan pêk hat.

Di hevdîtinê de, gotûbêj li ser nirxandina pêşnûmeya hevfêmkirinê ya di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê de û gavên cîbicîkirina wê hatin kirin.

Wezîrê Pêşmerge destnîşan kir ku Wezareta Pêşmerge gavên baş ber bi yekkirina hêzan ve avêtine û bi awayekî berpirsane kar dike ji bo pêkanîna planên stratejîk ên wezaretê.

Ji aliyê xwe ve, tîma şêwirmendên hêzên hevpeymanan tekez kir ku ew bi girîngî li hewlên Wezareta Pêşmerge dinêrin û diyar kirin ku bi hevkariya hevbeş dikarin proseya çaksaziyê di nav hêzên Pêşmerge de bileztir bikin.

Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.