Tolo News: Li Kabîlê otobus wergeriya, 25 kes mirin û 27 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Afganistanê li bajarê Kabîlê otobusa wergeriya tê de 25 kes mirin û 27 kes birîndar bûn. Berdevkê wezareta karên hundir yê Afganistanê got ku xeta ajotvan bûye sedema wergerandina otobusê.
Li gor xebera Tolo Newsê; berdevkê wezareta karên navxwe yê Afganistanê Abdulmetin Kani gotiye; otobusa ku di reya xwe diçû, ji ser rê derketiye, wergeriyaye û di encamê de 25 kes mirine û 27 kes birîndar bûne. Qeza ji ber îhmala ajotvan an ku şofêr qewimiye.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.




