Bacanên sor yên hişkkirî yên Xarpêtê digihên ser sifreyên dinyayê

Bacanên sor yên hişkkirî yên Xarpêtê digihên ser sifreyên dinyayê

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Xarpêtê (Elazığ) 300 hezar ton bacanên sor (firingî) diçinin, li ber tavê hişk dikin û difroşin welatên DYA, Fransa, Îngîltere, Hollanda û welatên din. Îsal bende ne ku 315 hezar ton hilberîn bibe.

Li Xarpêtê li ser 2 hezar donim erd de, bi keda 600 karkeran 300 hezar ton bacanê sor hat hilberîn. Bacanên sor di bazara hundir de jî tê firotin û bi taybetê difroşin hala sebze û meyweyan. Bacanên ku diçinin, bi kêr û makîneyan qeşt dikin, li ser brandayan radixin û xwê dikin.

Xebatên xwediyê erd, wê heya meha dehan dewam bike. Wê 300 hezar ton yên hişk û 15 hezar ton yên şil bidest bixin. Bihayê bacanan yên hişk kîloya wan bi 4 evroyê û yên şil jî 9-10 lîrayê Tirk difroşin.

Berê karkeran firingiyan bi desta bi kêrê qeşt dikirin lê niha bi makînê dikin. Makîne hem zû kar dike û hem jimara karkeran kêm dike.

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.