Fransa: Divê Hamas çekan deyne û ji Xezeyê bê derxistin

Fransa: Divê Hamas çekan deyne û ji Xezeyê bê derxistin

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, li ser platforma medya civakî Xê ragihand, "Pêwîst e Hamas çekan deyne û ji Kerta Xezeyê were dûrxistin."

Wezîrê Fransî du xalên din ên girîng bi bîr xist û anî ziman: "Divê alîkarî bi rêjeyeke zêde bigihîje nav Xezeyê û kesên ku ji aliyê Hamasê ve hatine dîlkirin, divê bêyî ti şert û mercan bên azadkirin."

Serokerkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir jî roja Şemiyê hişyariyeke tund dabû û gotibû, eger di rojên pêş de ji bo azadkirina dîlan peymanek çênebe, dê şer bi dijwarî bidome.

Zamir dabû xuyakirin: "Di çend rojên pêş de em ê bizanibin ka em digihîjin rêkeftinekê ji bo azadkirina rehîneyan yan na. Eger na, dê şer bêyî rawestan bidome."

Zamir, herwiha îdiayên birçîhiştina xelkê Xezeyê bi tundî red kirin û got, "li Xezeyê birçîbûneke plankirî ya mirovî" tune ye û wiha pê de çû: "Kampanyaya niha ya tawanbarkirina bi derewan hewleke bi qestî, plankirî û derewîn e da ku Artêşa Îsraîlê bi pêkanîna tawanên şer tawanbar bike."

Ev nivîs 148 car hatiye xwendin.