Tirkiye û Senegalê 4 peymanan îmza kirin

PeyamaKurd – Tirkiye û Senegalê di navbera xwe de 4 peymanan îmza kirin. Di îmzakirina peymanan de serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokwezîrê Senegalê Ousmane Sonko hebûn.
Civîna ewilî di navbera her dû lîderan de û paşî di navbera heyetan de li Kulliya serokkomariyê hat kirin û paşî mersima îmzayan kirin.
Wezîrê bergiriya Tirkiyê Yaşar Güler û wezîrê hêzên çekdar yê Senegalê Birame Diop paymana hevkariya darayî û leşkerî îmza kirin.
Di mijara fîlm, dîtbarî-bihîstiyarî û çêkirina hevkariya medyayê de, wezîrê Tirkiyê yê bazirganiyê Ömer Bolat û wezîrê karên derve û Entegrasyona Afrîkayê Yassine Fall îmza kirin.
Rêvebiriya xwendina bilind ya Tirkiyê û ya Senegalê di navbera xwe de paymana li ser hevkariya di xwendina bilind de ji aliyê serokê YÖKê Erol Özvar û wezîrê Senegalê Yassine Fall de hat îmzakirin.
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.




