Kurtulmuş: Komîsyona parlamenê ne ya muzakereyê ye, ya pêşniyaran e

PeyamaKurd- Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş, derbarê Komîsyona nîqaşkirina çekberdana PKKê û meseleya Kurd de daxuyanî dan.
Serokê Parlamentoya Tirkiyê Kurtulmuş, diyar kir ku xebata li parlamentoyê tê meşandin tenê dê ji bo “pêşniyar û tespîtan” e û ti bazarî û muzakere tê de çênabin.
Kurtulmuş di merasîme li bajarê Samsunê de got, xebatên komîsyona li parlamentoyê tenê bi “pêşniyar û tespîtan” sînordar e.
Herwiha diyar kir, “Ji bo nirxandina pêvajoya piştî biryara xwefesihkirinê PKKê pêvajo hatiye destpêkirin. Ev pêvajo, bi tu awayî ne pêvajoya muzakereyê ye.”
Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.




