Hejmara qurbaniyên teqîna li Îranê gihîşt 40 kesan

PeyamaKurd – Hejmara qurbaniyên teqîna doh li Bendera Bandar Ebas a li peravên Kendava Farsê li başûrê Îranê gihîşt 40 kesan.
Parêzgarê Hormuzganê Mihemed Aşûrî, di derbarê qurbaniyên teqîna li Bendera Şahîd Rajai ya li parêzgeha Bender Ebas de agahî da çapemeniyê.
Aşûrî got, "Mixabin, heta niha 40 kesan ji ber birînên ku ji ber teqînê çêbûne canê xwe ji dest dane."
Parêzgarê Aşûrî diyar kir ku piştî teqînê zêdetirî hezar kes birîndar bûne û ji bo nexweşxaneyan hatine şandin, û 194 ji wan hîn jî li nexweşxaneyan têne dermankirin û yên din jî ji nexweşxaneyê derketine.
Pêr piştî nîvro li Bendera Bandar Ebas a li peravên Kendava Farsê li başûrê Îranê teqînek tund çêbû.
Hat ragihandin ku sedema teqînê hîn nehatiye diyarkirin.
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.