Hemasê plana Amerîkayê ya Xezeyê red kir

PeyamaKurd- Rojnameya Washington Post a Amerîkî ragihandibû ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo heyama piştî şerê li Xezeyê, planeke 38 rûpelî amade kiriye.
Li gorî nûçeyê di planê de veguheztina 2 milyon Filîstînî a bi “dilxwazî” bo welatên din yan jî herêmên ewle heye û heta 10 salan jî wê Xeze di bin kontrola DYAyê de jinûve were avakirin.
Herwiha li gorî belgeyê, ji bo kesên derketina ji Xezeyê qebûl bikin jî wê alîkariya 5 hezar dolar pere, 4 salan kirêya xanî û salekê jî alîkariya xurekê were dayîn. Ji bo kesên xwedî xak jî wê “jetonên dîjîtal” bên dayîn da ku bikarin jiyaneke nû ava bikin yan jî “li bajarên bi piştgiriya hişê çêkirî” daîreyan bigirin.
Li gorî rojnameyê, plan armanc dike ku van bajarên ku wê febrîqe, navendên daneyan û hotel lê bên avakirin ku bi veberhênana civakî-taybet fînanse bike. Di vê pêvajoyê de Xeze wê ji aliyê çêkereke îdarî ya bi navê “GREAT Trust” (Fona Veguherîn, Bilezkirina Aborî û Jinûve Avakirina Xezeyê) ve 10 salan were birêvebirin.
Endamê Polîtburoya Hemasê Basim Neîm planê ji AFP’ê re axivî û plan red kir. Neîm got " Xeze ne ya firotinê ye, ne jî bajarekî ku li ser nexşe û erdîngariyê hatiye jibîrkirin e. Lê perçeyek ji welata mezin ê Filistînê ye."
Berpirsekî din ê Hemasê jî got: "Hemas hemû planên ku gelê me dide koçberkirin û dagirkeran li ser xaka me dihêle red dike. Ev plan zalimane û bê qîmet e." Wî berpirsê got ku Hemas derbarê vê planê de bi fermî agahî wernegirtine, lê di medyayê de bihîstiye.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




