Qubad Talabanî ji nûnerê NY yê Iraqê re behsa bûyera Lalezarê kir

Qubad Talabanî ji nûnerê NY yê Iraqê re behsa bûyera Lalezarê kir

PeyamaKurd – Birayê serokê YNKê yê Bafil Talabanî û hem cîgirê serokwezîrê Hukumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî li ser bûyera Silêmaniyê ya li Otêla Lazarê ku di 22yê Tebaxê de qewimîbû daxwuyanî da  û got:

“Bûyerên ku di demên dawiyê de li Silêmaniye qewimîn, dewama bicîhanîna desthilata hûqûqê ye.”

Qubad Talabanî, bi nûnerê taybet yê sekreterê Neteweyên Yekgirtî (UN) bi Muhammed El-Hasan re civiya. Di hevdîtinê de li ser pêşdeçûnên dawiyê yên li Silêmaniyê, Herêma Kurdistanê û Iraqê axifîn.

Li gor ji ofîsa cîgirê serokwezîrtiya Iraqê hat ragihandin, Qubad Talabanî gotinên li jorê ji nûner re ragihandiye. Talabanî gotiye:

“Tiştên qewimîn, dewama bicîhanîna biryarên dadgehê û ji bo hûzûr û aramiyê bicîh bînin, dewama hewlên wan xebatane.”

Talabanî ragihand ku wê bajarê Silêmaniyê wek ‘bajarê xebatên siyasî û azadiya ramanan’ bimîne lê wê îznê nedin ‘mîlîsên di derveyê qanûn de û wê nehêlin hêzên çekdar çêbibin û bi serê xwe tevbigerin.’

Talabanî behsa bûyera Otêla Lalezarê kir û ji bo kesên xistine binçav got ku wê li gor qanûnan di derbarê gumanbaran de kiryar bên kirin û weka kiryardarên din  dê mafên wan yên qanûnî bên parastin.’

Di şeva 21ê Tebaxê de li bajarê Silêmaniyê hêzên asayîşê li Otêla Lalezarê ji serokê Eniya Gel Lahor Şêx Cengî Talabanî xwestibûn ku teslîm bibe lê Cengî teslîmbûnê red kiribû. Piştî şerekî bi 3 seetan Lahor Şêx Cengî û birayê wî Polat xistibûn binçav.

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.