Li Bîrecûk a Rihayê serokê Oda Çandiniyê yê berê hat kuştin

Li Bîrecûk a Rihayê serokê Oda Çandiniyê yê berê hat kuştin

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Bîrecûkê li gundê Guvenirê li ser pirsgirêka arazî di navbera du malbatan de pevçûn derket. Di encamê de serokê berê Oda Çandiniyê yê berê Mehmet Hıdır Çakmak (55) birîndar bû û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Esas serokê Oda Çandiniyê yê berê Mehmet Hıdır Çakmak diçe ku kurê xwe û pismamê xwe li hev bîne. Ji ber kurê wî û pismamê wî yê bi navê Salih Ç. (28) li navenda navça Bîrecûkê ber destê êvarê li ser arazî munaqeşe kirine û dema dadigerin gund, rewşê ji malbatên xwe re gotine û Mehmet Hıdır Çakmak diçe cem pismamê xwe da wan bi kurê xwe re li hev bîne.

Dema diçe ber bi mala pismaman, dibînin ku diçe cem wan û bi çekê lê dixin. Çakmak giran birîndar dibe û ew dibin nexweşxana dewletê ya Bîrecûkê lê li nexweşxanê can dide.

Tîmên cendirmeyan ji ber tevlî bûyerê bûne kesên bi navên Zekeriya Ç., Salih Ç. û Mehmet Ç. xistine binçav. Lêpirsîna bê Mehmet Hıdır Çakmak ji aliyê kê de hatiye kuştin dewam dike.

Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.