Hejmara darên Sûriyê: Li Efrînê 18 milyon darên zeytûnê hene

Hejmara darên Sûriyê: Li Efrînê 18 milyon darên zeytûnê hene

PeyamaKurd- Wezareta Çandiniyê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyê ragihand ku li seranserê Sûriyê 218 milyon dar hene ku derdora 10% darên zetytûnan in û li bajarê Efrîn yê Rojavayê Kurdistanê ne.

Wezaretê diyar kir, rûbera zeviyên çandî ya daran derdora milyonek hiktar e û berhema daran derdora 2.5 milyon ton e.

Ji hejmara gîştî ya daran 190 milyon darên bi ber hene û darên herî girîg ên zeytûnan in.

Li gorî amarên wezaretê, li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, derdora 18 milyon darên zeytûnan hene ji bilî cureyên cuda yên darên bi ber û bê ber.

Hate ragihandin ku agirên dawiyê li Sûriyê ziyaneke mezin gihandiye daran ku derdora 16 hezar hektar ji daristanan şewitîne.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.