Li Akrê jineke 24 salî bi Taya Xwînberbûnê ket

Li Akrê jineke 24 salî bi Taya Xwînberbûnê ket

PeyamaKurd- Berdevkê Tenduristiya navçeya Akrê ya Duhokê ragihand ku jineke ciwan a 24 salî bi nexweşiya Taya Xwînberbûnê ketiye û rewşa wê ya tenduristiyê baş e, lê li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ye.

Berdevkê Tenduristiya Akrê Nêçîrvan Herkî îro 1ê Îlonê ragihand: "Roja 28ê Tebaxa 2025an, jineke xelka bajarokê Dînartê yê ser bi Akrê ve rewşa wê ya tenduristiyê têk diçe û serdana Nexweşxaneya Gulan dike. Ji ber ku bijîşkan guman jê kirine, ew ji bo Nexweşxaneya Azadî ya li Dihokê hatiye şandin."

Nêçîrvan Herkî da zanîn, "Piştî pênc rojan, di encama pişkinînan de derket holê ku ew bi Tayê Xwînberbûnê ketiye. Îro saet 2yê nîvro Tenduristiya Akrê li ser vê haletê hate agahdarkirin."

Berdevkê Tenduristiya Akrê eşkere kir ku nexweş jineke 24 salî ye û bi navê (P. X. X.) ye. Malbata wê bi karê ajalvaniyê debara xwe dike. Rewşa tenduristiya wê cîgir e, lê ji bo çavdêriyê li nexweşxaneyê hatiye razandin.

Hêjayî gotinê ye, di du mehên dawî de li Herêma Kurdistanê şeş haletên Taya Xwînberbûnê hatine tomarkirin. Ji wan haletan, jineke ji Duhokê ji ber xirabiya rewşa xwe ya tenduristiyê jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo rêgirtina li belavbûna vê nexweşiya metirsîdar, niha 37 gundên li sînorê parêzgeha Duhokê di karantînayê de ne.

 

Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.