Hêzên Îranê 4 mamosteyên Kurd da ber lêpirsînê û gef li wan xwar

Hêzên Îranê 4 mamosteyên Kurd da ber lêpirsînê û gef li wan xwar

PeyamaKurd- Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ragihand ku di 28ê Tebaxê de, endamên Sendîkaya Mamosteyan a Kurdistanê, Nesrîn Kerîmî, Macîd Kerîmî, Selahedîn Hecî-Mîrzaî û Loqman Efdalî bi rêya telefonê hatine bang kirin û li Ofîsa Îstîxbaratê bi saetan îfadeyên wan hatine girtin.

Hate diyarkirkin di lêpirsînê de gef li mamosteyan hatiye xwarin û hêzên ewlehiyê ew hişyar kirine ku beşdarî meşeke çiyê ya plankirî nebin ku ji aliyê "Komîteya Gel ya Piştgiriya Mamosteyên Kurdistanê" ve hatiye organîzekirin, an jî wê teşwîq nekin.

Armanca vê meşê piştgiriya bi wan mamosteyan re bû ku di van demên dawî de ji kar hatine avêtin, hatine dûrxistin, bi zorê teqawid bûne an jî hatine sirgûn kirin.

29ê Tebaxê piştî banga "Komîteya Gel ya Piştgiriya Mamosteyên Kurdistanê", komek ji çalakvanên sivîl, siyasî, sendîkayî û karkeran meşek li çiyayê Gweza Kwera li bajarê Sine bi rê ve birin. Ev çalakî ji Parka Koudak dest pê kir û armanca wê piştgiriya bi wan 14 mamosteyên ku bi zorê teqawid bûne, ji kar hatine avêtin, hatine dûrxistin û sirgûn kirin bû.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.