Parlementerê DEM Partiyê Sırrı Sakık: “Em dixwazin gora Şakiro bibin Agiriyê”

Parlementerê DEM Partiyê Sırrı Sakık: “Em dixwazin gora Şakiro bibin Agiriyê”

PeyamaKurd – Parlementerê DEM Partiyê yê bajarê Agiriyê Sırrı Sakık li bajarê Îzmîrê seredana gora dengbêjê Kurd Şakiro kir û got eger malbata wî îznê bide, dixwazin gora wî ji bajarê Îzmîrê bibin memleketê wî Agiriyê.

Sakık, li ser gora dengbêj Şakiro daxwuyanî da û bang li malbata wî kir û got:

“Em dixwazin gora Şakiro li Agiriyê li ser axa bav û kalan be. Belkî bi vî awayî rihê Şakiro rihê Kewê Rebat şad bibe. Xizmeta Şakiro ji bo çanda Kurdî bêhempa ye. Şakiro ji vê dinyayê dilşikestî çû. Lê di ser de sal derbas bûn û qiymeta Şakiro bêhtir hat fêmkirin.

Wê şaredariya Agiriyê meydanekî bi navê Şakiro ava bike û em ê li ser navê wî û temamê dengbêjan peykerekî ava bikin.”

Dengbêj Şakiro nesla piştî Reso û hempayên Reso tê hesibandin. Ew hemtayê Huseynê Orginosî, Zahiro û Teyîbo wan e. Lê terzê Şakiro ji terzê hemûyan cudaye û xwediyê şiyanekî bîr û lihevanînekî cuda bû. Ew barhilgir û aferînerê çanda devkî ya Kurdî bû.

Şakiro, ji gundê Navika Eleşgirda bi ser Agiriyê ye û di sala 1936an de hatiye dinyayê. Li gelek deverên Kurdistanê geriyaye, sirgûn bûye Anedolê û dawiyê mala xwe biribû îzmîrê.

Şakiro di 5ê Hezîrana sala 1996an de li Îzmîrê wefat kiribû û li Îmzîrê jî ew defin kiribûn.

Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.