Îsraîlê karwaneke hêzên Sûriyê bombebaran kir

PeyamaKurd - Li gundewarên rojavayê parêzgeha Siwêda ya Sûriyê ku piraniya xelkê wê Durzî ne, li dijî konveoyeke hêzên desthilata Şamê êrîş hat kirin.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê ragihandine, li gundewarên rojavayê Siwêdayê li dijî hêzên desthilata nû ya Sûriyê êrîş hat kirin.
Hate zanîn ku êrîş li nêzî gundê Kenakirê hatiye kirin ku çavkanî dibêjin, Îsraîlê li karwaneke "Ewlehiya Giştî" ya Sûriyê daye ku dixwest bigihîje gundê Kenakirê.
Medyaya Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên artêşa Îsraîlê daye xuyakirin ku balafirên Îsraîlê êrîş birine ser karwaneke hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku hewl dide bi ser Kenakirê de bigire.
Herwiha îron li rojavayê bajarê Siwêdaiyê jî mezreyek hatibû bombekirin ku êrîş bi rêya dronê hatibû encamdan. Îsraîlê piştrast kiribû ku wan şevê din êrîşî bingeheke nêzî serokatiya Sûriyê li Şamê kiriye.
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.




