Îsraîlê li Xezzeyê dest bi êrîşa bejahî kir

Îsraîlê li Xezzeyê dest bi êrîşa bejahî kir

PeyamaKurd – Îsraîla ku li Filistînê bûye sedema mirina zêdetirî 50,000 kesan, ragihand ku li bakur û başûrê Şerîda Xezzeyê operasyoneke bejayî ya berfireh daye destpêkirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di çarçoveya plana bi navê "Erebên Gîdeon" de, ku di 4ê Gulanê de ji aliyê kabîneya ewlehiyê ve hatibû pejirandin, li ser hin deverên Xezzeyê êrîşên bejahî dane destpêkirin.

Di daxuyaniyê de, ku tê de hat diyarkirin hem leşkerên çalak û hem jî yên yedek di êrîşên navborî de beşdar bûne, hat gotin, "Li bakur û başûrê Xezzeyê di çarçoveya Erebeyên Gideon de operasyoneke berfireh a bejayî dest pê kiriye."

Herwiha hate destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê vê hefteyê êrîşî 670 xalan kir ku sivîlên li Xezzeyê, di nav de dibistan, nexweşxane û konên ku Filistîniyên koçber lê dimînin, hedef girtin.

Plana êrîşê di 4ê Gulanê de ji aliyê kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê ve hate pejirandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de 53 hezar û 339 Filistînî canê xwe ji dest dane, herwiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 121 hezar û 34an.

Hat ragihandin ku li Şerîda Xezzeyê di bin kavilan de hîn jî bi hezaran mirî hene.

 
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.