Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî fermandarê CENTCOMê Brad Cooper qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî fermandarê giştî yê Hêzên Navendî yê DYAyê (CENTCOM) Amiral Charles Brad Cooper û heyeta pê re ya di asta bilind de qebûl kir. Di hevdîtinê de li ser desteka DYAyê ya ya leşkerî ya bo Iraqê û Herêma Kurdistanê axifîn.
Li gor ragihandina baregeha serokatiya Herêma Kurdistanê; di civînê de li ser tehdîda IŞİDê, rewşa ewlehiya Iraqê û Sûriyê û desteka leşkerî ya Amerîkayê ku şiyanên leşkerî zêdetir bikin axifîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo DYAyê ji bo destekê li hemberê têkoşîna IŞİDê daye Kurdistanê, ji bo perwerde û desteka daye Pêşmergeyan û desteka ku daye reformên wezareta Pêşmerge, sipasiya Amerîkayê kir. Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê amade ye ku vê hevkariya bi DYA re bêhtir xwurt bike
Amiral Cooper jî ji ber rola Herêma Kurdistanê ya ku li hemberê IŞİDê têkoşiyaye, sipasiya Kurdistanê kir.
Cooper dubare kir ku wê desteka wan dê ji bo hevkarên Iraqê û Kurdistanê dewam bike û DYA girîngiyê dide pêwendiyên bi wan re. Cooper got ku ji bo tehdîda IŞİDê bi temamî ji ortê rabe, divê hevkariya terefan xwurt bikin.
Di hevdîtinê de balyoza DYAyê ya li Hewlêrê Wendy Green jî amade bû. Di civînê de têkiliyên Bexda-Erbîlê, pêşdeçûnên li Sûriyê û Rojhilata Navîn bi giştî û mijarên ku diketin seha hevpar ya her dû terefan, li ser wan axifîn.
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.




