Ji Şêxekî Şamê fetwaya Durziyên Siwêdayê: Şerê wan bikin, nav û avê nedin wan

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li Şamê şêxekî nêzîkî rêveberiya deshilata veguhêz a Sûriyê ku pêşengiya wê rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) dike, ji bo xelkê Durzî yên Siwêdayê fetwayek sosret derxist.
Li gorî ragihandina çavkaniyên PeyamaKurd ji Şamê, yek ji şêxên girîng ê herêma paytexta Sûriye Şamê fetwayek weşand ku tê de dixwaze ambargoya ser xelkê Siwêdayê were tundkirin.
Wî şêxê ku navê wî nehatiye zanîn, di fetweya xwe de ji xelkê Sûriyê daxwaz kiriye ku boykota Siwêdayê bikin û heta nan û avê jî nedin wan û şerê wan bikin.
Piştî belavbûna vê fetwayê hinek aliyan jî hişyarî dan ku ew fetwaya bi wî rengî tê wateya xeteriya li ser têkdana aştiya navxweyî û pêkvejiyanê.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




