Kamyonên alîkariya mirovî dest bi ketina Xezzeyê kirin

Kamyonên alîkariya mirovî dest bi ketina Xezzeyê kirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku kamyonên alîkariyê piştî agirbesta di navbera Hamas û Îsraîlê de dest bi ketina Xezzeyê kirin.

Li gorî agahiyan, gelek kamyonên alîkariyê ketine Deriyê Sînor ê Kerm Ebû Salim ê ku di bin kontrola Îsraîlê de ye.

Agirbesta li Xezzeyê piştî rêkeftineke li Misrê, di 10ê Cotmehê de, saet di 12:00ê piştî nîvro de bi dema herêmî ket meriyetê.

Daxuyaniyeke nivîskî ya artêşê diyar kir ku vekişîna qismî ya leşkerên Îsraîlê ber bi "xeta zer" ve temam bûye.

Tê payîn ku rojane 600 kamyon bikevin Xezzeyê, herêmeke ku Îsraîl du sal in êrîşî wê dike û krîza mirovî gihîştiye astek karesatbar.

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.