Li Arjantînê bi hêza 7.4 erdhej çêbû: Hişyariya Tsunamiyê hat dayîn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li başûrê welatê Arjantînê erdhejeke bi hêza 7.4 pileyan çêbû. Hişyariya Tsunamiyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê, li 219 kîlometreyan dûrî bajarê Ushuaia yê li başûrê Arjantînê, li Tengava Drake, li derdora saet 08:58ê bi dema herêmî, erdhejek bi hêza 7.4'an çêbû.
Piştî erdheja ku di kûrahiya 10 kîlometreyan de çêbû, hişyariya tsunamiyê hat dayîn.
Hîn derbarê ziyanên canî û madî de agahî nehatine.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.




