Li Bangladeşê bi sedema şewatê temamê seferên balafiran betal kirin

Li Bangladeşê bi sedema şewatê temamê seferên balafiran betal kirin

PeyamaKurd – Li Bangaldeşê li balafirgeha payîtexta wê ya navdewletîya bi navê Hazrat Şahcelal de, agir bi depoya kargoya balafirgehê ket û temamê tîmên wê derê ketin nav tevgerê. Temamê seferên ji balafirgehê dihatin kirin, betal kirin.

Niha balafir nikarin bifirin û nikarin xwe deynin balafirgehê. Agir bi depoya herî mezin ya kargoyê ket, 36 tîmê dixebitin da agir vemirînin û dê 5 tîmên dinan jî herin balafirgehê.

Artêşa Bangladeşê, hêzên hewayî û yên deryayê destekê didin vemirandina agir û 2 yekîneyên parastina sînoran jî şandin balafirgehê.

Li gor çapemeniya wê derê; di vemirandina agir de ji îtfaiyê û xebatkaran birîndar hene. Li ser derketina şewatê heya niha sedemekî nehatiye ragihandin.

Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.