Li Bexdayê ofîsa berbijêrê parlemanê bû hedefa êrîşê

PeyamaKurd – Li navçeya Yûsifiyeyê ya paytexta Iraqê, Bexdayê, ofîsa berbijêrê parlemanê yê ji "Hevpeymaniya Çareseriyê", Musenna Ezawî, rastî êrîşekê hat. Di encama êrîşê de, kesek birîndar bû.
Musenna Ezawî bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, êrîş bi tundî şermezar kir û ew weke "êrîşeke hovane" bi nav kir. Ezawî her wiha kiryarên piştî êrîşê, wek "kişandina wêneyên bê nirxên exlaqî, gefxwarin û heqaretan" jî bi tundî rexne kir.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku ev cure kiryarên tirsonek nikarin wan ji rêya xizmetkirina gelê herêmê vegerînin. Ezawî diyar kir ku baweriya wî bi serweriya qanûnê heye û got, "Zû yan dereng, dê êrîşkar li beramberî kiryarên xwe bên cezakirin."
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




