Li Îranê ji ber germa zêde betlane hate ragihandin

Li Îranê ji ber germa zêde betlane hate ragihandin

PeyamaKurd- Li Îranê ji ber germa zêde û kêmbûna enerjiyê, li parêzgehên Erdebil û Azerbaycana Rojava saziyên giştî yên dewletê ketin betlaneyê.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNAyê bi zarê Parêgeha Erdebilê ragihand, ji ber germa zêde ya li seranserê welêt û ji bo hevsengkirina xerckirina enerjiyê, roja Sêşemê 5ê Tebaxêli  saziyên giştî betlaneya fermî hatiye ragihandin û wê girtî bin. Hate diyarkirin, biryara betlaneyê saziyên xizmetguzariyên acîl û şaxên nobedar ên bankan li xwe nagire.

Li aliyê din, li parêzgeha Azerbaycana Rojava jî bi biryara Lijneya Kordînasyona Rêveberiya Krîzê, saziyên giştî du rojan (5-6ê Tebaxê) hatin ketin betlaneyê.

Lijneyê diyar kir ku ew hêvî dikin ku bi piştgiriya gel pirsgirêka enerjiyê kêm bibe. Bi germbûna hewayê re li Îranê, serlêdanên teserûfa enerjiyê zêde bûne. Di rojên dawî de li paytext Tehranê, ji bo pêşîgirtina xerckirina zêde ya elektrîkê, li herêmên cuda her roj 2 saetan elektrîk tê qutkirin.

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.