Li Meksîkayê baran û lehî bû sedema mirina 72 kesan û 48 wendayiyan

Li Meksîkayê baran û lehî bû sedema mirina 72 kesan û 48 wendayiyan

PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê baran û rabûna lehiyê bû sedema mirina 72 kesan û 48 kesên ku heya niha wendane.

Zerara zêde ya can û mal li eyaletên Veracruz, Hidalgo, Puebla, Queretaro û San Luis Potosi zêdetir çêbû. Rayedar ragihandin ku Veracruz 32, li Hidalgo 21, li Puebla 18 û li Queretaroyê kesekî can daye.

Seroka dewleta Meksîkayê Claudia Sheinbaum wê di dawiya heftê de seredana eyaletên din bike lê eyaletên Queretaro û San Luis Potosi ne di nav plan de ye ji ber rewşa wan baştire.

Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.