Li Pakistanê tankêra neftê teqiya: 2 mirî, 56 birîndar

PeyamaKurd - Li Pakistanê, di encama agirpêketin û teqîna tankêreke neftê de 2 kes mirin, 56 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin, li herêma Naushkî ya girêdayî eyaleta Belûcistana Pakistanê, piştî qulbûna tankêrê agir bi neftê ket û di demeke kurt de, teqîn di tankêrê de çêbû. Ew kêliyên krîtîk li ser kamerayan hatin qeydkirin û kesên li derdorê bi tirs reviyan.
Di vê felaketê de, ajokarê tankêrê û kesekî li derdorê jiyana xwe ji dest dan û 56 kes birîndar bûn.
Berdevkê Nexweşxaneya Sivîl a Kettayê Waseem Baig diyar kir ku rewşa hin ji birîndaran krîtîk e û ew bi rêya asmanî ber bi bajarê Keraçî ya li başûr ve hatine şandin. Serokwezîrê Belûcistanê Sarfraz Bugti, serdana nexweşxaneyê li paytexta eyaleta Ketta kir û ferman da bijîşkan ku çêtirîn tedawiyê pêşkêşî birîndaran bikin.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




