Li girtîgeha Îsfehan a Îranê 6 girtî hatin bidarvekirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li girtîgeha bajarê Îsfehan a Îranê 6 girtî hatine bidarvekirin ku yek ji wan jin e.
Hate diyarkirin ku ew girtî beriya niha bi tohmetên madeyên hişber, ji aliyê dadgehên rejîma Îranê ve sizayê bidarvekirinê li ser wan hatibû sepandin.
Navê wan 6 girtiyên hatine îdamkirinç wiha ye: Mercan Sebzî ya xelkê bajarê Xuremabadê, Riza Xalidî, Nasir Feyzî, Rûhullah Pelengî, Mihemed Totazêhî û Ebdulreşîd Berahûyî
Li gorî rapora Hengawê, ew 6 girtî 5 heta 6 sal berî niha hatibûn girtin.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.




