Di navbera Tirkiye û Îtalyayê de 11 peyman hatin îmze kirin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di çarçoveya serdana xwe ya Romayê de, bi Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni re serokatiya Lûtkeya Çaremîn a Navhikûmetî ya Tirkiye-Îtalyayê kir. Piştî lûtkeyê, merasîma îmzekirina peymanên di navbera her du welatan de li ber çavdêriya Erdogan û Meloni hat lidarxistin. Melonî di civîna hevpar a rojnamevanî de got ku ew dixwazin rêjeya bazirganiya bi Tirkiyê re bigihînin 40 milyar euroyan.
Di navbera Tirkiye û Îtalyayê de 11 peymanên di warên bazirganî, veberhênanên pîşesaziyê, fezayê, çandê, sporê, xizmetên civakî, arşîvê, veguhastinê û pîşesaziya parastinê de hatin îmze kirin.
Herwiha ji bilî van peymanan, di navbera Baykar û yek ji mezintirîn firmayên parastinê yên Ewropayê kompaniya balafirvanî û pîşesaziya parastinê ya Îtalî Leonardo de, protokolek hate îmze kirin.
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.




